Li Hemayê di bombebaranên Îsraîlê de 9 kes hatin kuştin

Dema bombebaranê
Dema bombebaranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewangeha Sûriyê bo Mafên Mirovan ragihand: “Mûşekên Îsraîlê ku duh bi şev devera Misyaf kire armanc, cebilxaneya ku hate wêrankirin, milîsên Îranî tê de bûn û bû sedema kuştina 9 kesan.”

Rewangeha Sûriyê eşkere dike: “Bombebarên Îsraîlê, navendên serbazîyên hêzên rejîmê, milîsên Îranî û cebilxaneyên ser bi kargehên berevaniyê kirin armanc li rojavayê bajarê Misyaf li deverên gundnişînên Hemayê, ku milîsên ser bi Îranê têde ne.”

Herwiha rewangehê destnîşan kir: “Di encama wan bombebaranan de 9 kes hatin kuştin, çar kes Sûrî ne û nayê zanîn gelo ew ser bi rejîmê ne an di rêzên hêzên Îranî de kar dikin. 5 kuştiyên din jî nasnameyên wan eşkere nebûne.”