Berdevkê CHPê bo K24: Cihê çareserkirina pirsa Kurd, parlamento ye

Di siyaseta navxweyî ya Tirkîye û bakur de du mijar bi germî tê nîqaşkirin. Yek egera proseya nû ya çareserîyê, ya duyem jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo azadkirina Selahattin Demîrtaş e.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Di siyaseta navxweyî ya Tirkîye û bakur de du mijar bi germî tê nîqaşkirin. Yek egera proseya nû ya çareserîyê, ya duyem jî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo azadkirina Selahattin Demîrtaş e.

Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Faîk Oztrak, têkildarê van mijaran li ser pirsa K24ê axivî û got, “eger dixwazin pirsa Kurd çareser bikin bila bi veşartî na; bila Parlamentoya Tirkiyê bi partiyên mixalefetê re çareser bikin.” Her wiha Berdevkê CHPê, li ser biryara Demîrtaş jî axivî û bertek nîşanî Erdogan da, ku Erdogan gotibû em vê biryarê qebûl nakin.

Li Tirkiyê siyaset her diçe gur dibe. Ev demekî ye di rojevê da ji bo çareserîya pirsa Kurd egera proseyekê nû tê nîqaşkirin. Berdevkê partîya mixalefeta sereke CHPê Faîk Oztrak di civîna rojnamegerîyê ya partîya xwe da pirsa K24ê ya; “nêrîna we li ser nîqaşên proseya çareserîyê çi ye û ger proseyekê dest pê bike wê rol û helwesta CHPê çawa be” bersivand û got, “navnîşana çareserîya meseleya Kurd parlamento ye.”

Berdevkê CHPê Faîk Oztrak got: “Em ji serî ve vê yekê dibêjin; Proseya ku bi hevdîtinên dizî û veşartî tê kirin wê ji pirsgirêkên gelê me ra nebe çareserî. Heke dixwazin meseleya Kurd çareser bikin navnîşan Parlamento ye. Divê ev çareserî di bin banê Meclîsê da, bi lihevkirina partîya desthilat, partîyên mixalefet û hemû partîyan ra çêbibe.”

Li alîyê din berdevkê CHPê Oztrak, li ser biryara DMME ya bo azadkirina Demîrtaş jî axivî û bertek nîşanî Erdogan da ku ew gotibû em vê biryarê qebûl nakin.

Faîk Oztrak eşkere kir: “Tirkîye êdî dewletekê makezagonî nîne. Niha qurreyê li Qesrê, berê 3 caran cuda cuda serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê daye; lê niha radibe û dibêje ez biryara Dadgehê nas nakim. Ev yek guhertin û fesihkirina makezagonê bixwe ye.”

Herwiha ligel serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, Serokê Partîya Pêşerojê Ahmet Davutoglu, Serokê Partîya DEVA Alî Babacan û Serokê Partîya Saadetê Temel Karamollaoglu bang li hikûmetê kiribûn ku biryara DMME ya bo azadkirina Silhedîn Demîrtaş divê bê azadkirin û daxuaynîyên hikûmetê ku gotibûn ev briyarekê sîyasî ye û me girê nade jî rexne kiribûn