Artêşa Iraqê 23 çekdarên YBŞê li Şingalê desteser kirin

Bi cilûbergên sivîlan li dijî artêşa Iraqê xwe pêşan dabûn
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Rewşa Şingalê duhî êvarî ji ber êrîşeke çekdarên PKKê li ser artêşa Iraqê zêdetir aloz bû. Artêşa Iraqê jî 23 kes ji wan desteser kirin.

Jêderekî ewlehiyê ji K24ê re ragihand, artêşa Iraqê duhî êvarê 23 çekdarên ser bi Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) desteser kirin û dest danî ser 2 baregehên wan jî.

Wî jêderî tekez kir, “Hêzên ewlehiyê li dijî kesên li dijî yasayê ne, dest bi operasyoneke desteserkirinê kirin ku piraniya wan çekdar in û bi cil û bergên sivîlan xwepêşandanan dikin.

Sedema aloziyê

Destpêkê, alîgirên PKKê û hejmarek çekdarên YBŞê li kolana sereke ya Şingalê weke nerazîbûnê kon vedan, lê ew hemû ji aliyê artêşê ve hatin rakirin.

Piştre hejmarek ji çekdarên PKKê bi cilûbergên sivîlan xwe pêşan dan û bi keviran êrîşî ser artêşa Iraqê kirin. Ji ber wê jî, artêşa Iraqê 23 kes desteser kirin. Herwiha artêşa Iraqê hêzeke zêdetir jî şande Şingalê.

Heta ji Şingalê dernekevin, kesên desteserkirî nayin azadkirin

Wî jêderî ji K24ê re tekez kir, fermandarên hêzên PKKê li Şingalê ji bo berdana wan girtiyan, niha danûstandinê bi fermandarên Firqeya 20 û Lîwaya 15 ên artêşa Iraqê re dikin. Lê ew red dikin wan berdin, heta ku ji Şingalê dernekevin.