Îsraîlê êrîşî baregeheke artêşa Sûriyê li derdora Şamê kir

Di encama êrîşê de, leşkerek hat kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) –Di encam êrîşeke mûşekî ya Îsraîlê li ser baregehên artêşa Sûriyê de, leşkerek hat kuştin 3 leşker jî birîndar bûn.

Ajansa fermî ya Sûriyê “SANA” belav kir, îro Îsraîlê ji çiyayê Celîl ve bi mûşekan êrîşî devera Nebî Habîl li gundewarê Şamê kir.

Wê ajansê li ser zarê jêderekî ji artêşa Sûriyê belav kir ku sîstema berevaniya asmanî ya Sûriyê rûbirûyî wê êrîşa mûşekî bû û karî hin mûşekan bişikîne.

Diyar kir jî, di encama ketina hin mûşekan de, leşkerek hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Herwiha hin ziyanên madî jî çêbûn.

Hefteya borî firokeyên Îsralî êrîşî baregehên hêzên Îranî li Sûriyê kiribûn û 9 çekdar hatibûn kuştin.

Ji dema krîza Sûriyê di sala 2011an de, her car Îsraîl êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve dike.