Xelkê Nasiriyê ji ber hejarî û nebûna kar û xizmetkariyan dinalin

Bajarê bi petrolê dewlemend e, xelkê wê ji ber hejarî û nebûna kar û xizmetkariyan dinalin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîmeke Kurdistan24ê ji bo nîşandana rewşa bajarê Nasiriye yê li parêzgeha Zîqarê ya Iraqê, sardana wî bajarî kir. Nasiriye di rewşeke xirap de ye û ji tirsa derketina xwepêşandanan, hejmareke mezin ji hêzên ewlehiyê li kolanên bajêr belav bûne. Piraniya xwepêşanderan ku hejar in, daxwaza kar û xizmetkariyan dikin.

Parêzgeha Zîqar ku li başûrê Iraqê weke yek ji parêzgehên herî hêrs ên Iraqê tê naskirin. Li navenda parêzgehê, ji ber rewşa xirap a bajêr, ev 10 sal in xwepêşandan û nerazîbûna xelkê dewam dikin.

Di xwepêşandanên dawî yên li Nasiriyê de 20 çalakvan hatin kuştin û hejmarekî ji wan jî hînê winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Secad Ebas ku welatiyekî wî bajarî ye, ji K24ê re got: “Em bi tenê weke mirovan tên dîtin, naxwe ti maf ji me re nehatiye dayîn. Were li halê me binêrin, ne kar heye û ne xizmetkarî heye. Em ji ber çi wiha li welatekî dewlemend mîna Iraqê dijîn? Xelk bêzar in, di xwepêşandanan de jî me 20 qurbanî dan.”

Gelek ji kesên nerazî bi navê xwepêşandanê kom dibin, her çend e ew bi xwe Şîe ne, lê belê diruşmên dijî desthilatdarên Şî'e dibêjin û her carê xwepêşandan derdikevin, zû tên serkutkirin.

Rêveberê Giştî yê Polîsa Nasiriyê Lîwa Ûde Salim Ebûd derbarê kesên windayî de ji peyamnêrê K24ê re got: “Me gelek hevkarî bi komîteyên xwepêşanderan re kirine. Daxwazên wan rewa ye û em ne li dij in. Lê ew kesên hûn behsa wan dikin, xwepêşander in û hatine destserkirin, heger ti pirsgirêkeke wan ya yasayî li ser wan nebe, dê werin berdan. Ewên yasa jî binpê kirine, bêgûman dê rêkarên yasayî li hember wan were girtin.”

Berhemanîna rojane ya petrolê li Nasiriye digihe 100 hezar bermîl, lê li gor amarên Wezareta Plandananê, piraniya xelkê hejar in û rêjeya hejariyê ji sedî 44 e. Ev jî yek sedemên sereke yên nerazîbûna xelkê Nasiriyê ye.

Roja 25ê Cotmehê, gelek Îraqî li gelek parêzgehan li meydanên giştî kom bûn, ji bo yekemîn salvegera xwepêşandanan ku bi navê "Şoreşa Tişrînê" tê naskirin bi bîr bînin ku ji ber redkirina gendeliyê û nebûna derfetên kar û xizmetkariyê derketibûn.

Xwepêşandan çend mehan bo daxwaza reforma sîyasî û aborî berdewam bûn û di encama pevçûnên di navbera hêzên ewlehiyê û xwepêşanderan de bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Di dawiyê de jî hikûmeta bi serokatiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî hat rûxandin.

Piştî ku Ebdulmehdî dest ji kar vekişandin, Parlamentoya Iraqê Mistefa Kazimî hilbijart, da ku di qonaxeke veguhêz de rê li ber hilbijartinên pêşwext veke. Lê Iraq di nav qeyraneke aborî ya dijwar û qeyraneke tendirûstî de ye, piştî derketina vîrûsa Korona û daketina buhayên nefta cîhanî.

Iraqî ji ber rewşa xirap dinalin û dibêjin ku piştî çend salan ji jinavbirina DAIŞê û karînên mezin ên petrolê, lê destê reformê negihîştiye jêrxaneya welêt, derfetên kar nîn in û gendelî her diçe zêde dibe.

Gelek xwepêşander ji K24ê re dipeyivin û dibêjin ku xwepêşandanên wan nasekinin û heta guhertineke berfireh di vê rêyê de çêdikin, dê berdewam bin.