Amerîka 30 zirîpoş û Hummerên nû dide artêşa Iraqê

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, Washingtonê 30 zirîpoş û otombîlên Hummer ên nû dane artêşa Îraqê, ji bo aramiya Bexdayê biparêze.

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê ragihand, Washingtonê 30 zirîpoş û otombîlên Hummer ên nû dane artêşa Îraqê, ji bo aramiya Bexdayê biparêze.

Balyozxaneya Amerîka li Bexdayê belav kir, Washington bi hevkariya artêşa Iraqê re pabend e, ji bo aramiya welat û paytextê biparêze. Di vê çarçoveyê de jî, 30 otombîlên leşkerî ku ji zirîpoş û Hummeran pêk hatine, dane artêşa Iraqê.

Balyozxaneya Amerîka behsa wê çendê jî kiriye, armanc ji wê hevkariyê ew e, ji bo parastina ewlehiya navçeya kesk a Bexdayê ye ku piraniya nûnertiyên welatan, avahiyên hikûmî û Balyozxaneya Amerîka jî lê ye.

Li gor daxuyaniya balyozxaneyê ev hevkarî beşek ji pilaneke berfirehtir ya hevkarî û hevahengî ya di navbera Amerîka û artêşa Îraqê de ye.

Diyar kir jî, "Ji bo ku Bexda aram bibe û pêşerojeke aram ji bo gelê Iraqê pêk were, em ê bi hevkariyên xwe de berdewam bin"

Pêşkêşkirina van alîkariyan di demekê de ye, salvegera yekemîn a kuştina Qasim Silêmanî û Ebûmehdî Mohendîs nêzîk bûye. Hişyarî jî tê dayîn ku wê êrîş li Balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê were kirin.