VÎDEO – Bi mûşekan êrîşî balafirgeheke Yemenê hat kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Îro bi mûşekan êrîşî Balafirgeha Navdewletî ya 'Edenê ya li welatê Yemenê hat kirin û di encama êrîşê de bi dehan kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Çend vîdeoyên êrîşê li medya û torên civakî hatine belavkirin û xuya dike ku êrîş di dema daketina balafireke sivîl de hatiye encam dan, ku rêwiyên wê ji endamên hikûmeta nû ya Yemenê pêk dihat û ji Erebistana Siûdî vedigeriya.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê de 29 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
Kanala El Hurre ya Iraqî ragihandiye ku endamên hikûmeta nû bi silamet in û eşkere kiriye ku dema mûşek ketine, endamên hikûmetê di nav balafirê de bûne û Balyozê Erebistana Siûdî jî ligel wê şandê bû.