OHD: Divê demildest daxwazên girtiyan werin bicihkirin

Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, ji 27’ê Cotmehê ve gireva birçîbûnê ya dorveger, bi daxwaza rakirina tecrîtê ji ser rêberê PKKê Abdullah Ocelan û dirustkirina şert û mercên girtiyan hatiye dest pê kirin.
Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), li Diyarbekirê daxuyaniyek da
Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), li Diyarbekirê daxuyaniyek da

Diyarbekir (K24) - Li girtîgehên Tirkiyeyê û bakurê Kurdistanê, ji 27’ê Cotmehê ve gireva birçîbûnê ya dorveger, bi daxwaza rakirina tecrîtê ji ser rêberê PKKê Abdullah Ocelan û dirustkirina şert û mercên girtiyan hatiye dest pê kirin. Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) jî bi daxuyaniyekî balê kişandin ku girtî daxwaza bicîhkirina zagonên li Tirkiyeyê dikin û divê daxwazên wan bên bicîhanîn.

Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD), li Diyarbekirê bi daxuyaniyekê balê kişandin ku li Tirkiyeyê, ji bo ku li girtîgehan zagonên heyî bên bicîh kirin çalakiyên gireva birçîbûnê tên lidarxistin û ev jî binpêkirina hiqûqê li Tirkiyeyê şênber dike.

Hevserokê OHDê yê Diyarbekirê Muharrem Şahîn, daxuyand ku li girtîgehan zagonên ku dewletê bi xwe diyar kiriye tên binpê kirin û hemû mafên zagonî yên girtiyan jî nayên naskirin, loma jî girtiyan bi sedemên rewa dest bi gireva birçîbûnê kirine û divê daxwazên wan bên bicîhanîn.

Muharrem Şahîn eşkere kir: “Li mînakên girtîgehên cihanê ji bo mafên ku tune ne girevên birçîbûnê tên lidarxistin, lê li Tirkiyeyê zagonên heyî tên astengkirin û girtî nikarin ji mafên xwe sûd werbigrin. Niha jî bi daxwaza rakirina astengiyên li ser mafên girtiyan gireva birçîbûnê dest pê kiriye û divê beriya ku tenduristiya wan zirar bibîne, daxwazên wan werin bicîhkirin.”

Komîsyonên girtiyan yên ji hiqûqnas û mafparêza pêkhatî jî, di raporên xwe de ragihandibûn ku ji êşkence û mûameleyên xirab bigrin, hemû mafên girtiyan bi awayekî kêfî tên binpêkirin.

Endama Komisyona Girtiyan parêzer Seda Zengîn jî ragihand ku tecrîd tiştekî hiqûqî nîn e û girtî daxwaza rakirina tecrîta li girtîgehan û mafên xwe yên zagonî dikin.

Seda Zengîn diyar kir: “Dema girtî tên veguhastin, tên tazîkirin, bi êşkenceyan re rûkal dimînin. Nikarin pirtûk bixwînin û destnivîsên wan ji wan tên wergirtin. Lêgerînên li girtîgehan bêy ku şertên pandemiyê li ber çav bên girtin tên kirin û girtî nikarin ji mafên xwe yên zagonî sûd werbigrin. Em jî rewşa wan dişopînin û bi rêyên hiqûqî hewla bicîhkirina mafên wan didin.”

Hiqûqnasan ragihandin ku daxuyaniyên ji aliyê rêvebir û rayedarên Tirkiyeyê ve tên dayîn ku dibêjin ‘em biryarên Dadgeha Mafên Mirovan nas nakin’ jî, ji aliyê peywirdaran ve wek piştgirî tê dîtin û bi wê hêzê jî zagon û mafên girtiyan bipê dikin.