Li Duhokê hejmara pêketiyên Koronayê ji sedî 60 kêm bûye

Roj bi roj hejmara pêketiyên Koronayê li parêzgeha Duhokê kêm dibin.
Nexweşxaneyeke Duhokê
Nexweşxaneyeke Duhokê

Duhok (K24) – Roj bi roj hejmara pêketiyên Koronayê li parêzgeha Duhokê kêm dibin, herwiha kesên ku bi vê vîrûsê jî dikevin, nîşaneyên wan sivik in. Bijîşkên Duhokê diyar dikin ku hejmara pêketiyên Koronayê %60 kêm bûye, lê ev nayê wê wateyê ku Korona bi dawî bûye.

Nexweşên Koronayê yên li nexweşxaneyên Duhokê roj bi roj kêm dibin û nexweşên ku li nexweşxaneyan in jî, li bendê ne ku baş bibin û vegerin mala xwe.

Amarên Koronayê li parêzgeha Duhokê roj bi roj kêm dibin û xelk kêmtir tûş dibin û piraniya kesên ku bi vîrûsê dikevin jî, nîşaneyên nexweşiya wan sivik in û li malê tedawî dibin.

Ligel kêmbûna pêketinê jî, bijîşk diyar dikin ku nabe Korona bi sivikî bê wergirtin, divê zêdetir pabendî rênimayên tendirustiyê û xweparêziyê bibin.

Parêzgeha Duhokê gelek caran  ji aliyê zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê ve li başûrê Kurdistanê di rêza yekem de bû û nexweşxaneyên wê her dem bi nexweşan tije bûn. Lê niha li ser valakirina wan nexweşxaneyan dixebitin û hewl didin ew nexweşxane beşên xwe yên berê yên asayî bidomînin.

Ji destpêka derketina vîrûsa Koronayê (Covid-19) heta niha,  li sînorê parêzgeha Duhokê nêzîkî 34 hezar bi vîrûsa Koronayê ketine û 680 kesan jiyana xwe ji dest dane.