Amerîkayê du firokeyên B52 şandin devera Kendavê

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand; di nava 45 rojên borî de û di sêyem erkê serbazî de, Amerîkayê du firokeyên cûreya B52 şandin devera Kendavê.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kenneth F. McKenzie
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kenneth F. McKenzie

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand; di nava 45 rojên borî de û di sêyem erkê serbazî de, Amerîkayê du firokeyên cûreya B52 şandin devera Kendavê.

Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê Kenneth F. McKenzie ragihand: “Em hewla aloziyê nadin, lê nabe ti kes jî şiyana me bo berevanîkirina hêzên me di bersivdana her êrîşekê de kêm bike.”

Kenneth F. McKenzie diyar kir: “Îran dixwaze tola kuştina Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî hilde û zanyariyên îstixbaratê jî di van çend rojên dawî de li ser vê mijarê cihê nîgeraniyê ne.”

McKenzie eşkere dike: “Me çendîn zanyarî tomar kirine ku vê yekê piştrast dikin; Îran di van çend rojên dawî de gelek çekên cûr bi cûr şandina nav axa Iraqê.”

Ligel nêzîkbûna salvegera kuştina Fermandarê berê yê Feyleqa Qudsê yê Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Desteya Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendin, ku di êrîşeke firokeyên bêfirokevan ên Amerîkayê de li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê hatin kuştin, metirsiya derketina şerekî rûbirû li ser axa Iraqê di navbera Tehran û Washingtonê de zêdetir bûye.