Qamişlo.. Rewşa aborî bandora xwe li amadekariyên sersalê kiriye

Tevî ku liv û tevgera bazaran geş e, lê firoşkar dibêjin tevgera kirînê qels e.
Amadekariyên sersalê - Qamişlo
Amadekariyên sersalê - Qamişlo

Qamişlo (K24) – Xelkê rojavayê Kurdistanê amadekariya roja sersala zayînê dikin. Tevî ku liv û tevgera bazaran geş e, lê firoşkar dibêjin tevgera kirînê qels e. Welatî jî diyar dikin ku salan 2020an gelek zehmet bû û ji ber rewşa aborî ya zehmet nikarin wek salên berê pêwîstiyên xwe yên rojane û yên ji bo sersalê dabîn bikin. Herwiha bi hêvî ne jî ku ti kes guleyan navêjin, ta ku ti bûyerên nexwastî çênebin.