Rewşenbîrên kurd xwedî li Îsmaîl Beşîkçî derdikevin

Ji bo ku Îsmîl Beşîkçî helwesta PKKê ya li Şengalê rexne kir û da zanîn nenaskirina serweriya Herêm Kurditanê tê wateya têkbirina wê li dijî wî lînç hate destpêkirin.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Ji bo ku Îsmaîl Beşîkçî helwesta PKKê ya li Şengalê rexne kir û da zanîn nenaskirina serweriya Herêm Kurditanê tê wateya têkbirina wê li dijî wî lînç hate destpêkirin. Rewşênbîrên Kurd jî li dijî vê helwesta lînçê derdikevin û diden zanîn Xoceyê Zer dostê Kurdan e doza Kurdistaneke serbixwe dike ji loma jî dibe armanca lînçan.

Dostaniyeke 55 salî… Herkes wî wek Xoceyê Zer dinase yanî Îsmaîl Beşîkçî. Di sala 1964an de cara ewil Kurdên koçber dinase dema li Bajarê Bilisê leşkeriya xwe dike ku wê bişûnde teza xwe li ser Eşîra Elîkan, Kurdên koçber binivîse. Di sala 1965an de 7 mehan di kon de dijî ji bo naskirina Kurdan. Ew dostaniya ku wê rojê dest pê dike vê rojê jî berdewam dike. 8 caran tê girtin û 17 salan di girtîgehê de dimîne ji bo ku li ser Kurdan lêkolînê dike û mafê wan diparêze. Ji salên 1971an heta niha di dadgehan bê tirs parastina zimanê Kurdî dike û dibêje; Kurdistan bûye çar parçe.

Xoceyê Zer yanî Îsmaîl Beşîkçî, heta niha serê xwe li ber dewleta Tirkiyê ne tewandiye ne jî li hember rêxistineke Kurd. Ji ber ku car caran gotarên akademîk ên rexnegiriyê dinivîse û hin tespîtên zantistî dike, dibe armanca hin rêxistinên Kurdî û kempîniyên lînçê yên jêrbejnî li dijî wî didin destpêkirin. Herî dawîn di 17ê Berfenabara 2020an de piştî bi sernavê "Hevkariya Heşdî Şabî û PKKê ya li Rêveberiya Herêma Kurdistanê" gotarek nivîsand, Xoceyê Zer dîsa bû armanc û li ser medya civakî wek sîxur, xayîn û xurifiye hate binavkirin. Li hember van êrîşan hin rewşênbîrên Kurd jî dengê xwe bilind dikin û kempîneya lînçê ya li dij Beşîkçî wek şermeke mezin dinirxînin. Yek ji wan jî Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn e.

Rewşenbîrê Kurd Abdullah Keskîn ji K24ê re got: "Bi baweriya min tiştê ku Îsmaîl Beşîkçî dik Îsmaîl Beşîkçî ev aliyê wî ye. Îsmaîl Beşîkçî fikra xwe dibêje. Ne gotina bi dilê min e bi gotina te an jî hêzeke Kurd yan jî dewletê. Îsmaîl Beşîkçî hemû merê xwe li ser Kurdan kir, li ser lêkolîna di rêya Kurdan de kir. Piştî 80 salya wî û ev bi dehan sal in bedelê wê jî da di hepsê de. Lê tû carî tawîz neda û ji gotina xwe nehate xwarê. Piştî 80 saliya wî em dibînin 20-30 sal berê tişta dewletê ne dianî serê wî Kurdên me beşek ji Kurdan dixwazin bînin serê wî. Ez wek Kurdekî û însanekî jê şerm dikim."

Rewşenbîrê Kurd Jan Dost jî dibêje; em dizanin Îsmaîl Beşîkçî têkoşerekî nêrîna azad e û gelek sal di zindanê de derbaskirin ji ber van nêrîn û bir û boçûnên xwe. Ji bo Kurdan kesekî wekî Îsmaîl Beşîkçî şansekî mezin e nabe bê lînçkirin.

Nivîskar Jan Dost diyar dike: "Kesekî wek Îsmaîl Beşîkçî şansekî gelekî mezin e. Doza me Kurdan bi vî awayî ilmî, akademî û zanistî tîne zimên û ikare piştgiriya me bike û dikare alîgiriya me bike. Şîrazeya wê fikr û baweriya xwe daye me di pirtûkên xwe de. Camêrê ku bibêje Kurdistan mêtîngeke navneteweyî ye mirov nikare tû rexneyan lê bike. Mirov dikare di çarçoveya zanitê de rexneyê lê bigire lê ne di çarçoveyeke polîtîkî de ku niha tê birêvebirin."

Rewşenbîrê Kurd Fuat Onen jî diyar dike, lînça li dijî Îsmaîl Beşîkçî, cihê eyb û şermê ye ku bi îmayên xirab wî binav dikin. Ew xwedî jiyaneke sade ye û wek tê îdiakirin tû gemar li ser wî nîn e. Divê bê zanîn ku Beşîkçî ne şexsekî siyasî ye ew namûsa akademî û zanista Tirkan e.

Fûat Onen dibêje: "Ez bi xwe hurmetê didim giringiya xebatên Îsmaîl Beşîkçî û helwesta wî. Qet şik nîn e gelek kes ji me dikare rexneyan li Beşîkçî bigire. Analîzên wê yên sosyolojîk jî û hewlestên wî yên siyasî em dikarin rexne bikin. Lê bele her tim bihûrek di navbeyna me de hebe. Divê em bizanibin Beşîkçî ne siyasetmedarekî Kurd e, akademisyenekî Tirk e û qiymeta wî jî ji wir tê û divê em vê qiymeta wî binpê nekin."

Li gorî reşwenbîren Kurd, Abdullah Keskîn, Jan Dost û Fuat Onen lînça li dijî Îsmaîl Beşîkçî hatî destpêkirin, wê zirara mezin bi de wan aliyên ku ev lînç dane destpêkirin û civaka Kurd jî vê yekê qebûl nake. Ew dibêjin, Xoceyê Zer yanî Îsmaîl Beşîkçî hemû emrê xwe daye doza hebûna dewleteke Kurdî û giringiya wê, nabe rexneyên wî bibin hinceta êrîşên der zanistê û jêrbejnî.

Rewşenbîren Kurd radighînin, di şûna lînçê de eger bi desteyek gul biçûna bal Îsmaîl Beşîkçî û jê re bigotana "mamoste we bi rexneyên xwe dilê me êşand, lê em ê van rexneyên we li bal xwe tomar bikin, wê ev mesele bi vî awayî mezin nebûna û nedibû sedema nîqaşên wisa bedil hewa.