Mesrûr Barzanî: Em bi Hikûmeta Iraqê re gihîştin rêkeftinê, hêvîdar im rêkeftin wek xwe bê cîbicîkirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya zayînî peyameke belav kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sala nû ya zayînî peyameke belav kir û ji bilî pêşkêşkirina pîrozbahiyan ragihand, Bi Hikûmeta Iraqê re gihîştin rêkeftinê, hêvîdar im rêkeftin wek xwe bê cibicîkirin.

Deqa peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê:

Bi boneya sersala nû ya 2021an pîrozbahiyên xwe pêşkêşî welatiyên Kurdistanê bi giştî û Pêşmergeyên qehreman û malbat û kesûkarên şehîdan ên serblind bi taybetî dikim. Hêvîdar im saleke hemû aştî, aramî û dawîhatina qeyran û kirîzan li Kurdistanê, Iraqê û cîhanê be.

Kurdistaniyên xweşewîst:

Di demekê de ku hatina sala nû re, Herêma Kurdistanê û cîhan bi giştî saleke gelek dijwar derbas kir, ew jî ji ber belavbûna vîrûsa Korona û bandorên wê yên aborî yên dijwar û neşandina mafên darayî ên Herêma Kurdistanê ji aliyê berpirsên hukûmeta federal ve li Bexdadê ku di encamê de qeyraneke giran a darayî û barekî giran li ser welatîyên xweştivî yên Herêma Kurdistanê çêbû, niha ku li ser budceya 2021an bi hikûmeta Iraqê re gihîştine rêkeftinê. Hêvîdar im ew rêkeftin wek xwe cibicî bibe û aliyên siyasî yên Iraqê êdî rê nedin maf û destkeftên darayî yên xelk Kurdistanê bibe karteke fişara siyasî li dijî xelkê mafxwar ê Kurdistanê. Tekez dikin ku em ti carî carî dest ji mafên xwe yên destûrî bernadin.

Gelê Kurdistanê xwedîyê doza neteweyî û niştimanî ye û gelek qurbanî ji bo vê yekê dane û qewareya Herêma Kurdistanê berhemê têkoşîna sedhezaran şehîdan e û divê em hemû berevanîyê lê bikin û biparêzin, ji ber ku rûmet û serbilindiya gelê Kurdistanê girêdayî hebûn û bihêzkirina nasnameya me ya neteweyî û niştimanî ye û rêzgirtina ji mafên me yên destûrî re ye. Ez bang li hemû hêz û aliyên siyasî û gelê Kurdistanê yê xweragir dikim ku hemû cûdahî û nakokiyên xwe bidin aliyekî û berevaniyê li mafên rewa yên destûrî bikin. Ez bawer im ku bi yekrêzî û yekgirtîbûnê em dikarin hemû kirîz û astengiyan derbas bikin.

Li vir tekezîyê li ser hewlên me yên berdewam ji bo berdewamîya çaksazî, baştirkirina jîyan û rewşa xelkê Herêma Kurdistanê, serweriya yasa û dadweriyê û bicihkirina zêdetir a aramî û ewlehiyê dikin.

Em bi geşbîn in û hêvîdarî li dahatûyê dinêrin. Bi wê hêvî dikin ku Herêma Kurdistanê bikeve qonaxeke nû ya pêşkeftinê û hemû destkeftî û avedanî û dûr be ji hemû zehmetî û rewşên nexwestî.

Sala nû li hemû aliyan pîroz be û Kurdistan jî her dem bi hêztir, serfiraztir û avedantir be.