Wezareta Tendirustiyê: Di 24 demjimêran de tenê kesekî bi Koronayê canê xwe ji dest da

Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 153 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
Xebatkarekî tendirustiyê
Xebatkarekî tendirustiyê

Hewlêr (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 153 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 153 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 41 kes li Hewlêrê, 48 kes li Silêmaniyê, 61 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 2 kes jî li Raperînê ne.

Herwiha ragihand; kesekî li Duhokê ji ber vîrûsa koronayê canê xwe ji dest daye.

Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 249 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 233 kes li Hewlêrê, 4 kes li Silêmaniyê, 2 kes li Duhokê, 1 kes li Helebceyê, 9 kes li Germiyanê ne.

Amarên giştî:

Pêketin: 103375

Mirin: 3384

Başbûn: 70216

Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.