Opozîsyona Tikiye 2020ê wekî 'sala winda' bi nav dikin!

Li parlamentoya Tirkiyeyê parlamenterên opozîsyonê encama xebatê vê heyama borî nirxandin û bersiva pirsên Kurdistan24ê dan.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Parlamentoya Tirkiyê bo sersalê bi maweya mehekê navber da karên xwe lê parlamenterên opozîsyonê li ser karên xwe berdewam in. Parlamenterên opozîsyonê li parlamentoyê encama xebatê vê heyama borî nirxandin.

Cîgirê serokatiya Koma CHPê Engîn Altay ji Kurdistan24 re derbarê sala 2020an û heyama borî de axivî. Ev sal wekî heyameke wenda bi navkir. Altay di axaftina xwe de balkişand ser çend bûyerên girîng û li ser van bûyeran re rexne li desthilatê barand û got,

"Di heyama borî de bi cih neanîna biryarên Destûra Bingehîn û herwiha biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropayê, wisa kir ku welatiyên me ji (elaqeyan) esqiyan ji xwe re nan peyda bikin. Li aliyekê dema ku bihayê dolar hê wiha berz nebûyî bi awayekî bê hesab 128 milyar dolarê vî welatî hat pûç kirin û wezîrê gencine û darayî bêyî heq û hesab dev ji karê xwe berda û ji holê wenda bû. Herî dawî jî mixabin siyaset bi piştevanîkirina siyasetmedaran ya bo hêzên tarî kete jêr karîgeriya mafyayê û di proseya pandemiyê de jî me bê rêzî û şermezariyeke gelekî mezin li hember xebatkarên tendirûstiyê pêkanî. Helbet Parlamento jî şirîkê vê şermezarî û rûreşiyê ye."

Cîgirê serokê giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê DEVAyê Mustafa Yeneroglu jî balkişand ser xalên rêveberiya dewletê û îddîa kir ku rêveberên dewletê di sala 2020an de bi tu awayî li gor van rêgezên birêveberiyê tevnegeriya ne. Yeneroglu dibêje,

"Ev rêgezeke navdewletî ye, li welatekî hiqûq û demokrasi çi qasî kêm be jiyan jî ew qasî zehmet û bi bihatir dibe. Binpêkirina mafên mirovan êdî li wan welatan wekî tevgerên jirêzê tên dîtin. Em di sala 2020an de hatin asteke wisa ku êdî gelekî zehmet e em Tirkiyê wekî dewleteke hiqûqê pênase bikin."

Ligel van daxwuyaniyan Cîgirê serokatiya Koma AKPê Bulent Turan jî li parlamentoyê derbarê plan û projeyên partiya xwe yên bo sala 2021an de axivî. Herwiha Turan di axaftina xwe de got; "Ew dê di sala nû de ligel opozîsyonê zêdetir bikevin nava dîyalogê û wekî partî wisa pê bawerin ku girtina partiyan jî tu mifayê nade Tirkiyê ji loma ew li dijî girtina partiyan in."