Ebdulmehdî naveroka pêwendiya Trump bi wî re ya berî kuştina Suleymanî eşkere dike

Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî naveroka pêwendiya telefonî ya Trump bi wî re ya berî du rojan ji kuştina Qasim Suleymanî aşkere dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê berê yê Iraqê Adil Ebdulmehdî naveroka pêwendiya telefonî ya di navbera wî û Serokê Amerîka Donald Trump de ya ber du roj ji kuştina fermandarê berê yê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî eşkere kir.

Ebdulmehdî di belgefîlmekî de wiha got: "Trump di demjimêr 09:00 bi dema Bexdayê telefonî min kir û li ser bûyerê bidawîkirina êrîşa li ser Balyozxaneya Amerîkayê spasiya me kir. Wî ji min pirsî gelo ev Îraqî ne yan Îranî ne. Loma min jê re got, ew îraqî ne û ew xizmên wan çekdarên Iraqê ne yên li ser sînorê Sûriyê ji aliyê Amerîka ve hatine aramckirin.”

Da zanîn jî, Trump got: "Amerîkiyan Îraniyan baş nas nakin, lê belê Iraqî wan baş nas dikin."

Herwiha Ebdilmehdî got ku wî ji Trump re got, "Îranî dibêjin ew şer naxwazin, Amerîka jî wisa dixwaze û min jê re pêşniyar kir ku yan danûstandinên rasterast bi Îraniyan re bikin, an jî peymanên ne rasterast bikin, wek çawa ji sala 2003'an ve tên kirin."

Serokwezîrê Iraqê yê berê got: "Trump ji min re got, hûn danûstandkarên baş in, di vê mijarê de hûn dikarin çi bikin, em jê re amade ne."

Ebdulmehdî diyar kir: "Erêkirin û vexwandineke fermî hebû ku Şehîd Suleymanî were Iraqê, da ku danûstandinê bike. Plana kuştinê ne di rojekê yan du rojan de hatibû danîn çêkirin, lê belê berî demeke ne kurt hatibû danîn."