Li Ormiyê 7 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dan

Bi vî awayî, heta niha li parêzgeha Ormiyê 3 hezar 350 kes bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane.
Bajarê Ormiyê
Bajarê Ormiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li parêzgeha Ormiyê ya rojhilatê Kurdistanê 7 kesên din bi vîrûsa Korona (Covid-19) canê xwe ji dest dan.

Serokê Zanîngeha Bijîşkî ya Ormiyê ragihand, di 24 demjimêrên borî de li parêzgeha Ormiyê 184 kesan bi Koronayê ketine û 7 kesan jî bi Koronayê canê xwe ji dest dane.

Diyar kir jî, niha 453 pêketiyên Koronayê di bin çavdêriya bijîşkî de ne û rewşa 31 nexweşan ji wan ne cîgir e.

Bi vî awayî, heta niha li parêzgeha Ormiyê 3 hezar 350 kes bi vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 90 hezar kesan jî bi wê vîrûsê ketine.