Bombebarana Eyn Îsa berdewam e
Kobanî (K24) - Grûpên çekdar derdora bajarokê Eyn Îsa û riya M4 li heman deverê topbaran kirin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ji Kobaniyê ragihand, "Grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve gundê Hoşan, riya M4 û derdora bajarokê Eyn Îsa û lîwaya 93 topbaran kirin."
Di encama topbaranê de, jin û zarokek birîndar bûne. Herwiha ziyanên maddî gihiştine mal û milkên xelkê deverê. Ev demek e, berdewam grûbên çekdar Eyn Îsa û gundewarên wê topbaran dikin.