DAIŞê li Sûriyê êrîşî otobusekê kir: 9 kuştî

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; roja yekşemê DAIŞê êrîşî otobusekê kir û di encama êrîşê de herî kêm neh kes hatin kuştin.
Çekdarên DAIŞê, wêne: arşîv
Çekdarên DAIŞê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand; roja yekşemê DAIŞê êrîşî otobusekê kir û di encama êrîşê de herî kêm neh kes hatin kuştin, ku ji wan heft kes leşkerên Artêşa Sûriyê ne.

Li gor ragihandina Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, êrîş ji aliyê çekdarên DAIŞê ve di demeke wisa de hatiye encamdan ku ew otobus ji Reqayê ber bi Şamê ve bi rê ketibû. Ji bilî kuştina neh kesan, 16 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Çavdêriya Mafên Mirovan Ramî Ebdurehman ji AFPê re ragihandiye ku di nava hefteyekê de ev cara duyem e ku êrîşî otobusê tê kirin, ku leşkerên Sûriyê vediguhezîne, dibe ku kesên din ên di nav otobusê de xizmên leşkeran bin.

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê SANA derbarê kuştiyan de berevajî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, dibêje: “Hemû kuştî kesên sivîl in.” Heta niha ti aliyekî, berpirsyariya vê êrîşê li ser negirtiye.

Ev êrîş di demekê de ye ku meha borî 40 leşker, ku di nav wan de 8 efserên Artêşa Sûriyê hebûn, di êrîşeke çekdarên DAIŞê de li Dêrezorê hatin kuştin.

Ji meha Adara 2020an ve ti dever di destê DAIŞê de nemayeî lê şaneyên razayî bi awayekî berdewam êrîş dikin.