Amerîka keştiya firokeyan USS Nimitz li Kendavê dihêle

"Ji ber berdewamiya gefên van demên dawî yên Îranê", Amerîka keştiya firokehilgir a USS Nimitz li ava Kendavê dihêle.
Keştiya USS Nimitz (CVN-68), li cîhanê yek ji keştiyên herî mezin ên şer e
Keştiya USS Nimitz (CVN-68), li cîhanê yek ji keştiyên herî mezin ên şer e

Navenda Nûçeyan (K24) – "Ji ber berdewamiya gefên van demên dawî yên Îranê", Amerîka keştiya firokehilgir a USS Nimitz li ava Kendavê dihêle.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê yê bi wekalet Christopher Miller ragihand: “Ji ber gefên van demên dawî yên serkirdeyên Îranê li Serok Trump û rayedarên din ên Amerîkayê, min ferman da; keştiya firokehilgir a USS Nimitz car din cîgirbûnê paş bixe.”

Duh 3yê Çileya 2021ê di yekem salvegera kuştina Fermandarê Feyleqa Quds a Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî de rayedarên Îranê car din soz dan ku ji Amerîkayê tola xwe hildin.

Ev biryara Miller berevajî biryareke din e ku Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê roja 31ê Kanûna 2020an di daxuyaniyekê de ragihandibû, Christopher Miller ferman daye; keştiya firokeyan USS Nimitz dê vegere Amerîkayê.

Keştiya USS Nimitz (CVN-68) yek ji keştiyên herî mezin ên şer e li cîhanê û di warê keştiyên firokehilgir de pêşeng e.