Wezîrê Berevanî yê Iraqê hişyariya şerê navxweyî dide

"Berdewambûna armanckirina Devera Kesk a Bexdayê û nûnerên dîplomatîk, welêt ber bi şerê navxweyî dikşîne."
Wezîrê Berevanî yê Iraqê: Hê jî pêwîstiya me bi Hevpeymaniya Navdewletî heye
Wezîrê Berevanî yê Iraqê: Hê jî pêwîstiya me bi Hevpeymaniya Navdewletî heye

Hewlêr (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê derbarê serhildana şerê navxwe ya Iraqê de hişyarî dide û diyar dike ku berdewambûna armanckirina Devera Kesk a Bexdayê û nûnerên dîplomatîk, welêt ber bi şerê navxweyî dikşîne.

Wezîrê Berevaniyê yê Iraqê Cume Înad ji kanala El Erebiye re axiviye û diyar kiriye: “Berdewambûna armanckirina Devera Kesk a Bexdayê û nûnerên dîplomatîk, welêt ber bi şerê navxweyî dikşîne, ku dê tenê welatiyên Iraqê bibin qurbanî.”

Cume Înad behsa wê yekê dike ku hê jî pêwîstiya Iraqê bi Hevpeymaniya Navdewletî heye ji bo piştevaniya artêşa Iraqê û dibêje: “Em ji bo parastina nûnerên dîplomatîk û desteserkirina kesên ku mûşekan diavêjin, dixebitin.”

Di van demên dawî de bi awayekî berdewam gef li ser Devera Kesk a Bexdayê hebû, ku saziyên hikûmetê, nûnerên dîplomatîk, balyozxaneyên welatan û baregeha rêxistinên navdewletî li wir in.

Çendîn car mûşekên katyoşa arasteyî Devera Kesk û bi taybetî Balyozxaneya Amerîkayê hat kirin, lê mûşek ji aliyê sîstema dije-muşekî ya balyozxaneyê ve hatin têkbirin.

Cume Înad destnîşan dike: “Hinek kes dixwazin me bixin nav rûbirûbûneke çekdarî, em jî rê bi bûyerên bi vî rengî nadin.”