Li Cindirês û Efrînê 8 welatiyên sivîl hatin revandin

Grûpa El Hemzat ligel grûpa polîsê leşkerî li gundê Keferdela Jêrîn yê ser bi navçeya Cindirêsê 4 welatiyên sivîl revandin.
Bajarê Efrînê
Bajarê Efrînê

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpa El Hemzat ligel grûpa polîsê leşkerî li gundê Keferdela Jêrîn yê ser bi navçeya Cindirêsê 4 welatiyên sivîl revandin. Herwiha heman grûpê li Efrînê jî 4 kesên sivîl revandine û çarenûsa wan 8 kesan ne diyar e.

Li rojavayê Kurdistanê, grûpa El Hemzat ligel polîsê leşkerî li gundê Keferdela Jêrîn yê ser bi Cindirêsê, welatiyê bi navê Ronî Xelîl Dado, hevjîna wî û du zarokên wî revandin û heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Herwiha li bajarê Efrînê jî grûpa çekdar a El Hemzat bi ser mala Ednan Cimo de girtine, ew û 3 endamên din ên malbata wî Fatîme Mehmûd, Rizgar Ednan Cimo, 'Elya Ednan Cimo ji aliyê wê grûpa çekdarî ve hatine revandin.

Tevî ku xizmên wan ji bo wergirtina agahiyên derbarê wan de serdana baregeha leşkerî kirine jî, lê ti agahî derbarê wan de nehatine dayîn.