Li Almanya û Fransayê bi hezaran ajal têne jinavbirin

Li hinek deverên Almanyayê şewba balindeyan hat tomarkirin û ji bo rêlibergirtina belavbûna şewbê, nêzîkî 62 hezar elok û werdek dê werin jinavbirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hinek deverên Almanyayê şewba balindeyan hat tomarkirin û ji bo rêlibergirtina belavbûna şewbê, nêzîkî 62 hezar elok û werdek dê werin jinavbirin.

Piştî ku li herêma Cloppenburg a Almanyayê li ser balindeyên mirî vîrûsa H5N8 hat dîtin, ji bo vîrûs li deverên dinjî belav nebe, biryar hat dayîn ku 62 hezar elok û werdek werin jinavbirin.

Ji aliyê hikûmeta herêmî ya Cloppenburg ve bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin ku li eyaleta Lower Saxony vîrûsa H5N8 ku weke şewba balindeyan tê nasîn, hatiye dîtin û ji ber vê yekê biryar hatiye dayîn ku balindeyên li wê eyaletê ji holê werin rakirin.

Li Fransayê dê herî kêm 600 hezar ajal werin jinavbirin

Wezareta Çandinî ya Fransayê jî ragihand ku ji bo kontrolkirina belavbûna şewba balindeyan ku di nav werdekên başûrê rojhilatê welêt de hatiye dîtin, nêzîkî 600 hezar ajal dê werin jinavbirin.

Hat ragihandin ku heta niha zêdetirî 200 hezar ajal ji holê hatine rakirin.

Di dawiya sala 2020an de li Fransayê cûreyên şewba balindeyan ku gelek zû belav dibin, hatibû dîtin û bi hezaran ajal hatibûn jinavbirin.