Hikûmet dema cibicîkirina biryarên derbarê xwendinê de dirêj dike

Hikûmetê biryar da ku heman biryarên pêştir yên di vî warî de hatine dayîn, bên cibicîkirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyeke neh xalî de biryarên hukûmetê yên derbarê dewama li dibistanan de aşkere kirin û ragihand, “Biryar hatin dayin ku heman biryarên pêştir yên di vî warî de hatine dayîn, bên cibicîkirin”

Korona sedema girtina deriyên dibistanan û guhartina şêwayê xwendina îsal û beşek ji sala borî ye. Lê di demekê de ku rêjeya pêketin û mirina bi vê nexweşiya cîhanî li Herêma Kurdistanê kêm dibe, lê belavbûna nifşê nû yê Korona li welatên Ewropa û destnîşankirina çend haletan ji vê vîrûsê li welatên cîranên Herêma Kurdistanê, cihê metirsiyê ye.

Li gor daxuyaniyê, cibicîkirina biryarên berê, heta roja 17ê vê mehê berdewam dibin. Piştî wê jî, Komîteya Rûbirûbûna Koronayê careke din dicive û rewşa tendirustî ya Herêma Kurdistanê guftûgo û dinirxîne.

Li gor daxuyaniya Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê:

1- Dewama polên 1 û 2 ên seretayî û 12 lîseyê (hikûmî û nehikûmî) dê heta 16.1.2021'an bên rawestandin û ji bo rewşa tenduristiyê ji nû ve bên nirxandin.

2- Polên 1 û 2 ên seretayî û 12 lîseyê dikarin heta dema vekirina dibistanan, dikarin sûdê ji waneyên xwendina online werbigirin.

3-Polên 3 seretayî û heta 11 amadehiyê (hikûmî û nehikûmî) bi awayê eliktironî heta roja 16ê vê di xwendinê de berdewam dibin, heta careke din rewşa tendirustî tê nirxandin.

4- Dibistanên li gund û herêmên ku girêdana wan bi înternetê re tune ye û hejmara xwendekarên wan sînordar in, hemû qonax tên rawestandin.

5- Dewama Baxçeyê Zarokan ên nehikûmî heta 16.1.2021'an tên rawestandin, heta careke din rewşa tendirustî tê nirxandin.

6- Dewama peymangehên hikûmî û nehikûmî yên Wezareta Perwerdeyê heta roja 16.1.2021an tê rawestandin, heta careke din rewşa tendirustî tê nirxandin.

7- Bi armanca rêkxistina salnameya xwendinê û ezmûnan, Wezareta Perwerdeyê ji bo destpêkirina dewamê, sûdê ji betlaneyên fermî werdigire, heger pêwîstî hebe.

8- Li zanîngeh û peymangehan ji bo beşên zanistî, sîstema perwerdeya wargehê û xwendina eliktironî li gor heman plana berê û bi girtina rênimayên tendirustiyê dê heta 16.1.2021'an berdewam bike.

9- Beşên mirovî li zanîngeh û peymangehan bi girtina rênimayên tendirustiyê heta 16/1/2021'an wê bi heman awayî weke berê berdewam bikin.