Li Bakur û Tirkiyê tendirustkar ji mûçeyên kêm û karên giran ne razî ne

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi tundkirina rênimayan re ber bi başî ve diçe, lê pirsgirêkên pispor û xebatkarên tenduristiyê berdewam in.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê bi tundkirina rênimayan re ber bi başî ve diçe, lê pirsgirêkên pispor û xebatkarên tenduristiyê berdewam in. Tenduristkar balê dikşînin ku bi serdema pandemiyê re, pirsgirêkên wan şênber bûne, lê hê jî nehatine çareserkirin. Balê dikşînin ku kêmbûna nexweş û haletan bi rênimayan ber bi başî ve diçe, lê hişyarî didin ku rênima bên sistkirin divê ku dîsa belavbûn zêde bibe.

Endam û rêvebirên Sendîqaya Kedkarên Tenduristî (SES) a Diyarbekirê, li ber nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî xwepêşandan û daxuyaniyek li dar xist û daxwaza ku şertên karkirina tenduristkaran bên dirustkirin hat ragihandin.

Hevseroka SESê ya Diyarbekirê Yildiz Okorak anî ziman ku hem li Diyarbekirê hem jî li Tirkiyê bi giştî, di halet û nexweşan de başbûnek heye û ev jî erênî ye. Lê karmendên tenduristiyê bi mûçeyên hindik û zêde dewamê kar dikin. Divê rayedar sozên ku dane bicih bînin û şertên xebatkarên tenduristiyê baş bikin.

Yildiz Okorak ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Meseleya mûçeya karmendan giştî û karmendên tenduristiyê jî pirsgirêkeke nû nîne. Lê di serdema pandemiyê de, ev rastiya me eşkere bû. Rayedar û wezîran di destpêka pandemiyê de gotibûn emê şertên tenduristkaran baş bikin, lê hê jî tu sozekî xwe neanîne cih. Tenduristkar di şertên giran de bi mûçeyên kêm kar dikin, ev jî li ser motîvasyona wan neyînî bandoran dike. Divê hem bi karmendên nû barê tenduristkaran bê sivikkirin û mûçeyên ku bikaribin pê debara xwe bikin jî bên dayîn.”

Tenduristkar balê dikşînin ku piştî halet zêde bûn û bergirî hatin zêdekirin, di nexweşîn û belavbûna vîrusê de kêmbûneke ber bi çav heye ku ji %70 nexweşên giran jî baş bûne.

Mehmetnûr Ulus jî li Nexweşxaneya Zaningeha Dîcleyê xebatkarê beşa lezgîn a nexweşên pandemiyê ye. Ulus jî balê dikşîne û her xebatkarekî karê 2-3 xebatkarên tendirustiyê dikin, lê şertên karkirinê jî nayên sererastkirin.

Mehmetnûr Ulus diyar dike: “Hêjmara xebatkaran kêm dikin û dibêjin ‘li zêdetir nexweşan binihêrin’. Yanî kar pir e û personel kêm e. Ji ber ku naxwazin zêde xebatkar bidin xebitandin û mûçe bidin wan. Dibêjin pere tune, derfet tune ye. Lê êdî em jî têk çûn, em jî westiyan û êdî em nikarin xwe motîve bikin. Wek ku ev nexweşîn nexweşîneke pişeyî nayê dîtin û mafên me jî nayên dayîn.”

Tenduristkar radigihînin ku bergiriyên hatine danîn û encamê de jî kêmbûyîna nexweşîn û haletan barê wan jî piçek sivik kiriye û divê bergirî heta ku nexweşîn bê çareserkirin berdewam bin da ku pêlên nû yên zêdebûna belavbûnê çênebin. Daxwaz jî dikin ku rayedar godariya daxwazên wan bikin û mafên ku dixwazin bicih bikin.