Putin: Reftarên misilmanan li şûnwarên Mesîhî cihê rêz û pesnê ne

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pesnê bawermedên ola Îslamê da.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin pesnê bawermedên ola Îslamê da û got: “Ji ber parastina şûnwarên Mesîhî yên li Sûriyê, ez minetdarê wan kesan im ku bawermendên ola Îslamê ne.”

Vladimir Putin di hevpeyvîneke televîzyonî de diyar kir: “Birastî min ti car pêşbînî nedikir û ji bo min cihê baweriyê nebû ku dibînim rufata Yûhena bi ewqas girîngî li Mizgefta Emewî ya li Şamê parastî ye. Li cîhana Îslamî rêz lê digrin. Ew li cem misilmanan bi Yehya tê binavkirin. Herwiha Mesîh Yesû' ji aliyê wan ve gelek rêz lê tê girtin û ew li cem wan bi Îsa tê nasîn.”

Serokê Rûsyayê destnîşan kir: “Nêzîkbûna navbera van her du olên cîhanî li ser bingeha rêz û nirxên exlaqî û manewî yên hevbeş û nirxên mirovahiyê yên hevbeş e.”