4 rawêjkarên bilind ên Trumpî dest ji kar dikêşin
Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî daxûyaniyên Donald Trumpî, alîgirên wî di ser kongresa Amerîka de girtin. Lewma 4 rawêjkarên bilind ên Trumpî biryar dane ku dest ji kar bikêşin.
Ajansa Reuters ji zarê berpirsek bilind yê Rêveberiya Trump radigihîne ku wekî berdewamiya nerazîbûnan, çar kesên din biryar dane dest ji kar bikêşin.
Hat diyarkirin ku ew berpirs ev in: Birêvebera Karên Efrîqa Erin Walsh, Birêveberê yekem ê siyaseta parastinê Mark Vanderoff, Birêveberê yekem ê berpirsê çekên komkûjî Anthony Ruggier, Birêveberê yekem ê karên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa.