"3 tişt dibin sedema vegera DAIŞê" - Nasir Hac Mansûr zanyariyan dide

Nasir Hac Mansûr ji Qamişlo beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24ê dibe û bersiva pirsên Cemal Batun dide û dibêje, "Hêzên tundrew ên li Idlib û deverên din jî dixwazin dîsa DAIŞ serhilde da ku bereyê wan sivik bibe."
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) - Li Sûriye û rojavayê Kurdistanê metirsiya serî hildana DAIŞê heye. Rêvebira navenda Sûriye ji bo Lêkolîn û Diyalogê Nasir Hac Mansur agahiyên giring dide.

Nasir Hac Mansûr ji Qamişlo beşdarî bûltena nûçeyan a Kurdistan24ê dibe û bersiva pirsên Cemal Batun dide û dibêje, "Hêzên tundrew ên li Idlib û deverên din jî dixwazin dîsa DAIŞ serhilde da ku bereyê wan sivik bibe."

Sebaret bi egerên dubare serî hildana DAIŞê dibêhe, "Hatibû ragihandin ku êdî desthelata DAIŞê li ser çi erdan nemaye. Me di van dawiyan de lêkolîn kirine. Piştî DAIŞ li Musul û Reqayê têk çû, tektîkên xwe gûherîn. Gelek serkirde û sîstema xwe ya şer guherî û ber bi şerê gerîla û hesabatan bû. Piştî li Bahoz jî têk çû xwe xist nav rewşa veşartî."

Herwiha balê dikşîne ser êrişên Tirkiye û dibêhe, "Piştî êrişên Tirkiye çêbûn û kêşeyên Sûriye nehatin çareserkirin, DAIŞê ev wekî firend bikaranî xwe li hev kom kir." 

Nasir Hac Mansur destnîşan dike ku 3 tişt dibin sedema vegera DAIŞê:

  1. Endamên DAIŞê hene û li rojavayê Firatê cihên destelat bêhêz xwe veşartine. Di gelek deveran û di nav xelkê de militanên wan hene. 
  2. DAIŞê bi salan di nav xelkê de xebat kirin û hizra xwe danî nav mejiyê wan de.
  3. Îmkanên wan ên sîleh, pare û maddî hene. Ku ev di dema şerî de komkiribûn. Krîzên li Sûriye, çaresernekirina rewşa Rojava û deverên din rê li pêşketina DAIŞê vedike.