Kurdek li Kazaxistanê bû parlamenter

Di dîroka Kazaxistanê de cara ewil Kurdek bû endamê parlamentoyê.
Cîgirê Serokê Komeleya Berbang a Kurdên Kazaxistanê Wekîl Mistefayev
Cîgirê Serokê Komeleya Berbang a Kurdên Kazaxistanê Wekîl Mistefayev

Navenda Nûçeyan (K24) – Di dîroka Kazaxistanê de cara ewil Kurdek bû endamê parlamentoyê.

Rojên 10 û 11ê Çileya 2021ê hilbijartinmn Parlamentoya Kazaxistanê birêve çû, li gor encamên destpêkê, ku Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Kazaxistanê belav kiriye, careke din partiya desthilatdar Nûr Oten zêdetirî %76ê dengên Kazaxistanê bi dest xistin.

Cîgirê Serokê Komeleya Berbang a Kurdên Kazaxistanê Wekîl Mistefayev ku di heman demê de ji kadroya partiya Nûr Oten a desthilatdar e, dengên pêwîst bi dest xistin û bû yekem parlamenterê Kurd di dîroka Parlamentoya Kazaxistanê de.

Li gor amarên ne fermî, zêdetirî 150 hezar Kurd li Kazaxistanê dijîn û beşeke girîng a revenda Kurdî pêk tînin.

Wekîl Mistefayev di sala 1982an de li Komara Kazaxistanê jidayîk bûye. Di sala 2010an de li Zanîngeha Turan a Kazaxistanê bawernameya bekaloryusê di yasaya navdewletî de bi dest xist. Di sala 2014an de di warê aborî de mastera xwe temam kir û di sala 2017an de di zanistên siyasetê de doktora bi dest xist.