Siyasetmedarê Kurd Emrullah Suslu koça dawî kir

Emrullah Suslu di sala 2018an da ji ber parvekirina Ala Kurdistanê 4 meh di girtîgehê da mabû
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Siyasetmedar û lêkolînerê naskirî yê Kurdên Anatolyaya Navîn Emrullah Suslu li Enqereyê ji ber pençeşêrê koça dawî kir.

Emrullah Suslu ji Haymanaya Enqereyê bû ji eşîra Şêxbizinîyan bû û ji 20 salan zêdetir di partîyên wek HADEP, BDP, KADEP û Hak-Parê da bi awayekî çalak sîyasetê dikir. Nas û xizmên Suslu, ji bo K24ê axivîn û dan zanîn ku Emrullah Suslu, merivekî Kurdistanî bû û seranserê jîyana wî di doza Kurd da derbas bûye. Her wiha Suslu di sala 2018an da ji ber parvekirina Ala Kurdistanê 4 meh di girtîgehê da mabû.

Siyasetmedar û lêkolînerê naskirî yê Kurdên Anatolyaya Navîn Emrullah Suslu di 11ê Çileyê da li Enqereyê ji ber nexweşîna pençeşêra prostatê koça dawî kir. Suslu, ji 20 salan zêdetir di nav sîyaseta Kurd da cih girt û di partiyên wek HADEP, BDP, partiya KADEPê ya sîyasetmedar Şerafettin Elçî û Hak-Parê da rêveberî kir û di xebatên sîyasî da gelek çalak bû.

Emrullah Suslu ku di sala 1964an da li gundê Sindirina ser navçeya Enqereyê Haymanaya hatiye dinê û ji eşîra Şêxbiznîyan e, di sala 2018an da ji ber li ser sosyal medyayê parvekirina Ala Kurdistanê hatibû girtin û 4 mehan di Girtîgeha Sîncanê da mabû. Piştî girtîgehê bi nexweşîna pençeşêrê ketibû û nêzî 3 salan bû ku dihat dermankirin.

Birayê wî yê mezin Ahmet Suslu bo K24ê axivî û got, birayê min merivekî xêrxwaz û xizmetkarê gelê xwe bû.

Ahmet Suslu birayê Emrullah Suslu diyar kir: Emrullah xêrxwaz û xizmetkarê gelê xwe bû. Derdora wî fireh bû. Erê em xemgîn in, lê bi saya piştgirîya dost û heval û nasên wî em şanaz in. Xwedê ji wan razî be.”

Pismamê Emrullah Suslu, Ismaîl Susluyê karsaz jî dide zanîn ku ew merivekî Kurdistanî bû û seranserê jîyana wî di doza Kurd da derbas bû.

Îsmaîl Suslu destnîşan kir: “Kek Emrullah merîvekî Kurdî û Kurdistanî bû. Tim di doza Kurdan da bû.”

Dostê Emrullah Suslu parêzer Levent Kanatê li ser gora wî stranekê Kurdî ku ew pir jê hez dike lê dixe û destnîşan dike ku ew tim li dijî pişaftina zimanê Kurdî li ser ziman û çanda Kurdî xebatan dikir.

Levent Kanat diyar kir: “Min jê re digot Xido. Ew tim ji bo zimanê Kurdî û doza Kurdan dixebitî.”

Sîyasetmedar Haymanayî Emrullah Suslu bi qasî 10 salan li başûrê Kurdistanê li herêmên Çemçemal, Berdereş û Jûjerê ketîbû pey şopa eşîra Şêxbizinîyan û devoka Şêxbizinî. Li alîyê din şandeyekê ji HDPê hatin serxweşî dan malbata Suslu. Her wiha partîyên Kurd û hin sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd jî peyamên sersaxîyê belav kirin.