Di êrîşa Îsraîlê li ser Dêrazorê de 23 çekdar hatin kuştin

Ev wek êrîşa herî giran a Îsraîlê li ser parêzgeha Dêrazorê di du salên derbasbûyî de tê hejmartin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Firokeyên şer ên Îsraîlê xal û baregehên grûpên ser bi Îranê ve li Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirinş û di encamê de 23 kes hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên Îsraîlê îro danê berbangên mîkîşyayên ser bi Îranê ve li derdora Dêrazor û Bokemalê bombebaran kirin. Di encamê de 23 kes hatin kuştin û 28 kes jî birîndar bûn.

Ev wek êrîşa herî giran a Îsraîlê li ser parêzgeha Dêrazorê di du salên derbasbûyî de tê hejmartin ku di Hezîrana sala 2018an de di êrîşeke Îsraîlê de 55 çekdarên ser bi Îranê hatibûn kuştin.

Ji aliyê xwe ve ajansa fermi ya Sûriyê “SANA” amaje bi wê êrîşa Îsraîlê kiriye, lê derbarê ziyanan de ti agahî nedane.

Ev êrîşa Îsraîlê piştî wê tê, hat ragihandin ku mîlîşyayên Fatimiyon yên ser bi Îranê ve 4 barhilgirên ku mûşekên Îranî hildigirin ji Iraqê derbasî parêzgeha Dêrazorê kirin.