“Wezareta Navxwe guhartinê di hemû dezgehên xwe de dike”

Di merasîmekê de guhartin di çend postên Wezareta Navxwede hatin kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê tekez kir, Wezareta Navxwe guhartinê di hemû dezgehên wezaretê de dike.

Di merasîmekê de ku Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê û hejmarek berpirsên Soran amade bûn, guhartin di çend postên Wezareta Navxwede hatin kirin.

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê Tariq Ehmed di merasîmê de ragihand, ji bo cibicîkirina karnameya hikûmetê, aktîvkirina dezgehan û xizmeta welatiyan, Wezareta Navxwe guharitinê li hemû dezgehan dike.

Ragihand jî, "Pêştir, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed amaje bi wê yekê kir ku dê guhertin li ser hemû postên Wezareta Navxwe bê kirin, hem li navenda polîsan û heta Rêveberiya Giştî. Niha jî guhertinan dest pê kirine û dê berdewam bin"

Rêvebirê Giştî yê Polîsa Herêma Kurdistanê di merasîmê de spasiya hemû rêvebir û efserên ku di dezgehên wezareta navxweyî de kar kirine kir.