WHO: Sala duyem a Koronayê dê ji sala ewil dijwartir bibe

Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) hişyarî dide ku sala duyem a vîrûsa Koronayê dê ji sala yekem dijwartir bibe.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) hişyarî dide ku sala duyem a vîrûsa Koronayê dê ji sala yekem dijwartir bibe.

Rêveberê Bernameya Hawarçûnê ya Rêxistina Tendirustî ya Cîhanî (WHO) Michael J. Ryan di civîneke çapemeniyê de ragihand: “Nîşane ber bi wê yekê diçin ku sala duyem a pandemiya Koronayê, dê ji sala ewil a belavbûna pandemiyê dijwartir bibe.”

Michael J. Ryan eşkere kir: “Ev nêrîn peywendiya wê bi belavbûna zincîreyên nû yên vîrûsa Koronayê heye, ku ji nifşê yekem gelek bileztir belav dibe.”

Ji meha Sibata 2020an ve ji ber belavbûna vîrûsa Koronayê (Covid-19) cîhan li hember qeyraneke mezin a tendirustiyê rûbirû maye, ev jî bûye sedema wê yekê ku sektora aboriyê, bi taybetî veguhestin, geştyarî, borsaya cîhanî zirareke mezin dît.

Heta niha zêdetirî 90 milyon kes li seranserê cîhanê bi vîrûsa Koronayê ketine û di van çend hefteyên dawî de jî mirinên herî zêde li welatên Ewropa û Amerîkayê hatin tomarkirin û belavbûna vîrûsê jî bileztir bûye.