Sûriye daxwaz ji NY dike Sînorekê ji êrîşên Îsraîlê re deyne

Di du rojên borî de, li parêzgeha Dêrazorê 55 leşker û çekdar di êrîşên firokeyên Îsraîlê de hatin kuştin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Sûriyê daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî dike, sînorekê ji êrîşên Îsraîlê li welatê wê re deyne.

Wezareta Derve ya Sûriyê nameyek ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî re şand û tê de êrîşên Îsraîlî yên çend rojên borî li ser Dêrazor şermezar kir û daxwaz kir sînorek ji wan êrîşan re bê danîn.

Wezareta Derve di nameya xwe de got jî: “Ev êrîşên Îsraîl li ser Dêrazorê bi binpêkirinên Hêzên Sûriyeya Demokrat li Hesekê re hevdem in. Ev jî tê wê wateyê ku rêkeftinek û hevrêzî di navbera hemû dijminên Sûriyê de heye, da ku ecindeyên xwe li Sûriyê pêk bînin û projeyên perçekirina xaka Sûriyê cibicî bikin.”

Wezareta Derve daxwaz ji Netewên Yekgirtî û Encûmena Asayişa Navdewletî kir, ta ku bi rola xwe rabin û di çarçoceya belgeyên navdewletî û parastina aştî û ewlehiyê de rê nedin ev êrîşên Îsraîlê dubare bibin.

Di du rojên borî de, firokeyên Îsraîlê bi giranî baregeh û komgehên çekan ên rêjîma Sûriyê û mîlîşyayên ser bi Îranê ve li Dêrazorê bombebaran kiribûn û zêdetir ji 55 leşker û çekdaran hatin kuştin.

Li ser wan êrîşên Îsraîlê, Serokê Peymangeha Lêkolînên Asayişa Netewî ya Îsraîlî Lîwa Amos Yadlin got, ev êrîş nameyek ji Îranê re ye ku Îsraîl dê heta di serdema serokê Amerîka yê hilbijartî Joe Biden de jî kar li dijî Îran û Sûriyê bike.