Li rojavayê Kurdistanê 29 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand, 29 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên nû yên vîrûsa koronayê belav kir û diyar 29 haletên pêketina bi Koronayê hatine tomarkirin. Ji wan, 7 kes li Hesekê, 1 kes li Qamişlo, 8 kes li Dêrikê, 1 kes li Girkê Legê, 3 kes li Kobanê, 4 kes li Tebqayê, 4 kes li Reqayê û 1 kes li Dêrezorê ne.
Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir ku di nav 24 demjimêran de tenê 2 kes ji wê nexweşiyê baş bûye.
Bi vî awayî, hejmara kesên li rojavayê Kurdistanê wek hilgirên vîrûsa koronayê hatine tomarkirin gihiştiye 8314 kesan, ji wan 1172 kes baş bûne û 284 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.