Yewnanistanê daxwaz kir ku Tirkiye 1500 penaberên neyasayî werbigre

Yewnanistanê ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir ku rêkeftina li ser koçberiyê ya sala 2016an were cîbicîkirin û Tirkiye 1500 koçberên neyasayî werbigre.
Penaberên li Yewnanistanê
Penaberên li Yewnanistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Yewnanistanê ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz kir ku rêkeftina li ser koçberiyê ya sala 2016an were cîbicîkirin û Tirkiye 1500 koçberên neyasayî werbigre.

Wezîrê Koçê ya Yewnanistanê Notis Mitarachi diyar kir; hikûmeta wî ji Komîsyona Ewropayê û ji Ajansa Frontex a sînorî daxwaz kiriye, bilez nêzîkî 1500 welatiyên penaber werbigre, ku li Yewnanistanê daxwaza wan a penaberiyê hatiye redkirin.

Notis Mitarachi destnîşan kiriye ku di sala 2020an de tenê 139 hatine vegerandin û ji meha Adara 2020an ve Tirkiye bi hinceta Koronayê red kiriye ku ti penaberan werbigre.

Li gor rêkeftina Yekîtiya Ewropayê û Tirkiyê ya di sala 2016an de, sala borî Yekîtiya Ewropayê şeş milyar euro ji bo projeyên civakî yên penaberan terxan kir, lê pere rasterast neda Tirkiyê.