"Rusya nikariya Hêzên Îranî, Îsraîl jî bombebaran dike.." Rêveberê SOHR'ê agahiyan dide

Derheqê sedemên bi hêz bûn, liv û tevgerên DAIŞê jî dibêje, "Hinek aliyan xwestin ku DAIŞ dîse xwe vejîne. Jixwe hinek hêzên DAIŞê li wan deveran heye. Nîva havînê me dît ku rêkeftineke Îsraîlî, Rusî, Amerîkî heye ku careke din hêzên Îranî li wan navçeyan lawaz bike..."
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Rêveberê Rewangeha Suriye ya Mafên Mirovî (SOHR), Rami Abdulrehman dibêje: "Hêzên Pakistanî, Efxenistanî yên ser bi Îranê ve, piştî lêdanên Îsraîlê li Parêzgeha Dêrezorê cihên xwe digûhorin. Jixwe di encamên wan bombebaranan de hejmara herî zêde hatin kuştin." Herwiha derheqê êrişên Îsraîl, zorderstiyên hêzên ser bi Tirkiyeyê ve û rewla Efrîn û Şeba de agahî dan.

Rêveberê Rewangehê (SOHR) destnîşan dike, "Bajarokên Elbukemal û Meyadîn di bin kontrola hêzên Îranî ve ne, desthelata rejîma Sûriye li wan deveran kêm e. Tenê bi awayekî şiklî rejîm li vir heye. Li van deveran hêzên herî mezin di destê Îranê de ne. Dema Rûsyayê jî hêza xwe ya 5emîn li ser sînorê Iraq û Suriye belav kir, nikarî wan milîsan qanî bike ku wan navçeyan radestî hezên ser bi Suriye ve bike."

Derheqê sedemên bi hêz bûn,  liv û tevgerên DAIŞê jî dibêje, "Hinek aliyan xwestin ku DAIŞ dîse xwe vejîne. Jixwe hinek hêzên DAIŞê li wan deveran heye. Nîva havînê me dît ku rêkeftineke Îsraîlî, Rusî, Amerîkî heye ku careke din hêzên Îranî li wan navçeyan lawaz bike. Da ku bi operasyonekê riya Tehran - Beyrûtê bigirin. Lê wê operasyonê şkestin anî. Dema Rûsyayê fişar li Îranê kir ku hêzên wan ji van deveran derxîne serneket. Îsrail jî êrişan dike. Hindek alî dixwazin careke din DAIŞê vejînin. Îran jî dest jî navçeyên li derdora Ebulkemal bernade û dê bimîne."

Derheqê rewşa Efrînê de jî dibêje, "Binpêkirinên mafên mirovî li Efrînê rojane berdewam in. Ji aliyê grûbên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve rojane tên encamdan. Hêzên ser bi Tirkiyeyê ve li wan navçeyan zindanên nihênî ava dikin. Piraniya xelkên Efrînê koçber bûne û çûne Bakurê Helebê. Ez dikarim bêjim rojane binpêkirinên wan çekdaran li dijî xelkê Efrînê hene. Ez dikarim bêjim xelkên Sûriye ji destê hêzên ser bi Erdogan û Îranê ve dinalin. Binpêkirinên Efrînê berdewam in. Ji xeynî rêxistinên Sûriyeyî behsa wan binpêkirinan nakin."

Rêveberê Rewangeha Suriye ya Mafên Mirovî Rami Abdulrehman herwşha derheqê givaş û gefên rejîma Sûriye yên li ser kurdên li Şeba kir û zanyarî dan.