Biden bi gihîştina Koşka Sipî re hejmarek biryar îmze dike

Ew biryarên ku Biden îmze bike, pêştir ji aliyê Donlad Trump ve hatibûn rawestandin yan hatibûn paşxistin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîka yê hilbijartî Joe Biden, bi gihîştina wî bo Koşka Sipî re, hejmarek biryaran îmze dike.

Li gor medyaya Amerîkayê, ew biryarên ku Biden îmze bike, pêştir ji aliyê Donald Trump ve hatibûn rawestandin yan hatibûn paşxistin. Lê Biden dixwaze wan biryaran bilez kar bi biryaran bike.

Yekem: Vegera ji bo rêkeftina Parîsê ya taybet bi keşûhewayê ku pêştir Trump jê vekişiyabû.

Duyem: Biryara qedexekirina geştkirina welatiyên hejmarek welatan bo Amerîkayê hidiweşîne ku pêştir Trump ew biryar derxistibû.

Sêyem: Zarokên koçberên Masîkê ji dê û bavê wan cuda nake.

Çarem: Bikaranîna maskê li dezgehên fermî û li amrazên veguhastinê de dibe neçarî. Pêştir Trump rêgirî li wê biryarê kiribû.