Barûdo: Em nahêlin nan buha bibe

Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê dibêje, ew nahêlin ku nan buha bibe.
Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê Selman Barûdo
Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê Selman Barûdo

Navenda Nûçeyan (K24) - Çend roj in pirsgirêka kêmbûna nan li bajarê Qamişlo û Hesekê derketiye. Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê dibêje, ew nahêlin ku nan buha bibe.

Derbarê kirîza nan li rojavayê Kurdistanê de, Hevserokê Desteya Abûrî û Çandiniyê ya Rêvebiriya Xweser Selman Barûdo ji K24 re got, ew wek Desteya Abûrî û Çandiniyê ligel xwediyên firneyan civiyan û guhdariya pêşniyarên wan kirin û daxwaz ji wan kir ku lêkolînekê pêşkêş bikin û tê diyar bikin ku lêçûna her tonek ard li ser çi ye, ji bo ku ew çareyeke guncaw ji wê pirsgirêkê re deynin.

Selman Barûdo tekez kir: “Buhakirina nirxê nan xeta sor e. Em nahêlin ku nan buha bibe.”

Diyar kir jî, ew bi xwediyên firneyan re gihîştin çareyekê ku firneyên xwe vekin û dest bi çêkirina nan bikin, heta ku di civîna bê de çareseriyeke dawî ji vê pirsgirêkê re dibînin.

Pirsgirêka kêmbûna nan li rojavayê Kurdistanê ji çend rojan rû daye û 6 firneyên nan ên taybet (siyahî) deriyên xwe girtine. Bi gotina xwediyên firneyan, ji ber buhabûna ard, êdî ew bi zerer kar dikin û daxwaz ji Rêveberiyê Xweser dikin ku çareyekê ji wan re bibîne.

Rêveberiya Xweser ji salan ve genimê cotkarên rojavayê Kurdistanê dikire û dibêje ew ard bi nirxekî guncaw li firneyan belav dike, lê pirsgirêka kêmbûn û xirapiya kalîteya nan heye.