Hunermendek hêkên mirîşkan bi hunera xwe dixemilîne

Wî hunermendî bi vekirina 11 hezar û 827 kunên li ser tene hêkeke mirîşkê jî rekora cîhanê şikand.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Li Enqereya Paytexta Tirkiyê jî hunermendek heye ku bi neqşandina hêkên çivîkên curbecur, hunera xwe pêşkêşî bîneran dike. Hunermendê hêkan, bi vekirina 11 hezar û 827 kunên li ser tene hêkeke mirîşkê jî rekora cîhanê di deste xwe de digire.

Bêguman sînordarkirina hunere nepêkan e. Lê belê li Enqereya Paytexta Tirkiyê hunermendek heye ku hunerek gelek cuda pêşkêş dike. Hamît Hayran, ji sipêdê heta êvaran hestên xwe, fikr û ramanên xwe li ser hêkên çivîkan dineqişîne. Di nav 31 salên dawîn de bi hezaran hêk neqişandine. Hayran hunera xwe ev qas bipêşve biriye ku navê xwe ji hemû cîhanê re daye bihîstin û bi vekirina 11 hezar kunan li ser hêkeke mirîşkê, di cîhanê de jî bûyê yekemîn.

Hunermend Hamît Hayran ji K24ê re got: “Vekirina 11 hezar û 827 kunan li ser hêkekê bênfirehiyê dixwaze, min jî din av salekê de hêdî hêdî bi bênfirehiyê ev kunene vekirin, her kunek xwediyê wateyeke cuda ye. Bi wî avayî min rekora cîhanê jî şikand. li Amerîka, Asya û Ewropayê hunera me ya bênfirehiyê bi wî avayî deng veda.”

Çîroka hostayê neqişandina hêkan ya destpêkirina ev hunera bêhempa jî, qasî hunera wî balkêş e.

Hamît Hayran dibêje: “34 salan berî niha min li nexweşxaneyekê kar dikir. Piştre qezayeke mezin hate serê min û astendariya min ya meşînê çêbû. 2 salan paşî qezayê min got, hewceye ez karekê bikim ku, ev kar min fêrî bênfirehiyê bike. Bi hunera neqşandina hêkan ez fêrî sebirkirinê bûm.”

Huner, bi rêyên belko qet nayên hizra mirov ji cihê xwe derdikeve û bi rêya hunermendê xwe dengê xwe digihîne me, Belko heta niha me hêk tenê wekî hêkekê didît balam huner bêsînor e û nêrîna mirov diguherîne ku em bala xwe bi çaveke afirvan bidin derdora xwe, hezar ked û bexteweriyên pucik peydabikin ku çiqilên dara jiyanê baştir geş dikin.