Hulusî Akar gihîşt Bexdayê

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û biryar e serdana Herêma Kurdistanê jî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar û serokerkanê Tirkiyê Yaşar Guler bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê û biryar e serdana Herêma Kurdistanê jî bike.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê bi hejmarek berpirsên Iraqî re dicive û mijara sereke ya civînan jî, pirsên ewlehiyê, têkoşîna li dijî terorê û hevahengiya ewlehiyê yên di navbera her du aliyan de ye.

Tê plankirin ku Akar û Guler bi Wezîrê Berevaniyê ya Iraqê Cuma Anad, Serokkomar Berham Salih, Serokwezîr Mustafa Kazîmî û Wezîrê Navxwe Osman Xanîmî re bicivin.

Li gor zanyariyan jî, biryar e Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar piştî Bexdayê serdana Herêma Kurdistanê û ligel berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.