Haxamekî Îsraîlî: Vaksîna Koronayê zilaman dike hevzayend

Haxamekî tundrew, ji peyrewên xwe daxwaz kir; vaksîna dijî vîrusa Koronayê wernegirin, da ku sirûşta meyla zayendî û hestên zilaman neguhere.
Haxam Daniel Asor
Haxam Daniel Asor

Navenda Nûçeyan (K24) – Haxamekî tundrew, ji peyrewên xwe daxwaz kir; vaksîna dijî vîrusa Koronayê wernegirin, da ku sirûşta meyla zayendî û hestên zilaman neguhere.

Rojnameya Independent ragihandiye ku Haxamê Ortodoks Daniel Asor ji peyrewên xwe re gotiye: "Li cîhanê hikûmeteke veşartî û şerxwaz heye, ji bo damezrandina sîstemeke nû ya navdewletî, bi rêya vaksînê hewl dide hejmara nifûsa cîhanê kêm bike.”

Daniel Asor diyar kiriye ku "ji bo îsbatkirina van gotinan, li ber destên min belge hene".

Li hember wî, haxamên din ên ji mezheba Ortodoks, van gotinên Daniel Asor red dikin û tekez dikin ku ti pirsgirêk di wergirtina vakîsînê de tine ye.

Hêjayî gotinê ye ku Îsraîl dixwaze vaksîna dijî Koronayê li 5 milyon welatiyên xwe bide, ku hejmara welatiyên Îsraîlê bi giştî 9 milyon kes e û di naverasta meha Adarê de dê dest bi vekirina aboriya xwe bike, ku ev jî li gor welatên din ên cîhanê, pêngava herî bilez a ber bi asayîkirina jiyanê ye.

Heta niha li Îsraîlê 2 milyon kes yekem derziya dijî Koronayê wergirtin.

Li gor amarên fermî, piştî destpêkirina helmeta lêdana derziya li dijî Koronayê li Îsraîlê hejmara pêketiyan rojane di nav kesên 60 salî zêdetir de kêm bûye.