Amerîka red dike êrîşî baregeheke artêşa Iraqê kiribe

Fermandariya Navendî ya Amerîka red dike ku firokeyên wê baregehên artêşa Iraqê û grûpeke çekdar li parêzgeha Babilê bombebaran kiribin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka red dike ku firokeyên wê baregehên artêşa Iraqê û grûpeke çekdar li parêzgeha Babilê bombebaran kiribin.

Hin amrazên ragihandinê û pêgehên tora civakî belav kirin, îro berbangê teqînek li nava baregeheke leşkerî ya artêşa Iraqê li navçeya Curf Sexir rû da û herî kêm 9 leşker hatin kuştin û 10 leşkerî jî birîndar bûn. Ev teqîn jî, ji encama êrîşeke firokeyên Amerîka bû. Çend teqîn jî li baregeheke ketîbeyên Hizbulaha Iraqî li Curf Sexir rû dan û di encamê de hejmarek çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.

Di wê derbarê de, Berdevkê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîka ti tîwttekê de ragihand, ew teqînên rû dane, ne ji encama ti êrîşeke Amerîka bû.

Herwiha Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, beşek ji amrazên ragihandinê û tora civakî, nûçeyên ne rast derbarê wan teqînên li bakurê Babilê de belav kirin.

Şaneya Ragihandinê diyar kir jî, “Hejmarek ji bircên elektirîkê li devera Behbehanî li bakurê Babilê rastî êrîşeke çekdarên DAIŞê hatin. Hin aliyan jî gotin ku ew ji encama bombebarana firokeyên Amerîka ye.”

Di daxuyaniyê de hat gotin jî: "Em bang li ragihandin û çapemeniyê dikin ku di veguhezandina agahiyan de rast bin, gotegotan belav nekin û raya giştî tevlihev nekin."