Projeya Gastro-Înîvasyon a tam û xwarinên Diyarbekir dest pê kir

Jûra Bazirganî û Pişesaziya Diyarbekirê (DTSO), projeya avakirina Navenda Gastro-Înîvasyonê ya Bajêr û Navendên Hêlên Pêwendiyan; pêkve da destpêkirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Jûra Bazirganî û Pişesaziya Diyarbekirê (DTSO), projeya avakirina Navenda Gastro-Înîvasyonê ya Bajêr û Navendên Hêlên Pêwendiyan; pêkve da destpêkirin. Bi herdu projeyên dê bi piştgiriya Wezareta Teknolojî û Pişesazî a Tirkiyeyê û Ajansa Geşepêdanê a Qerejdaxê re, 8 milyon û 400 hezar lîre ramedan bê kirin û kêmtirîn 2 hezar kes jî derfetê karkirinê peyda bikin.

Serokê Jûra Bazirganî û Pişesaziya Diyarbekirê Mehmet Kaya û Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşepêdanê a Qerejdaxê Hasan Maral, peymana projeyên danasîn û îstîhdamê li Diyarbekirê îmze kirin. Bi projeya gastronomiyê dê xwarin û tamên bajarê Diyarbekirê li navendekî bên berhev anîn û danasîn.

Mehmet Kaya da zanîn ku ew herdû projeyan jî ji bo bajêr girîng dibînin û wek jûr projeyên wiha dê zêdetir bikin. Kaya balê kişand ku bajarê Diyarbekirê xwedî çandeke qedîm e û gastronomiyeke bihêz lê heye û dê ew dewlemendiya tam û xwarinên bajarê xwe bi derengmayî be jî bidin nasîn.

Kaya ji Kurdistan24ê re ragihand: “Xebata Gastro-înivasyonê, xebateke ku divê ji zû ve bihata destpê kirin e. Diyarbekir bajarekî qedîm e û pirçandî û pirrengî ye, loma jî xwedî tam û xwarinên bihêz û dewlemend e. Me 65 xwarinên Diyarbekirê ji bo pesand kirinê diyar kirine û hin ji wan hatine pesand kirin jî. Bajarê me yê qedîm xezîneyan pêşkêşî me kiriye û divê em jî wan bipêş bixin û bidin nasîn.”

Mehmet Kaya da zanîn ku 5 saziyên mezintirîn ku xwedî navendên hêlên pêwendiyan e jî bi proje û piştgiriyan navendên xwe vedikin û her yek ji wan teqrîben 2 hezar, bi tevahî ji 8 hezarî zêdetir derfetên kar ji bo bê karên me peyda dikin.

Sekreterê Giştî yê Ajansa Geşepêdanê a Qerejdaxê Hasan Maral jî anî ziman ku ji bo projeya gastronomiyê dê ji 4 milyon û 600 hezar lîreyî 3 milyon û 300 hezar lire, ji bo projeya hêlên pêwendiyan jî ji 3 milyon û 800 lîreyî 3 milyon û 300 hezar lîre piştgiriyê bidin û kêfxweş in ku piştgriya projeyên wiha didin.

Hasan Maral diyar kir: “Herdû projeyên ku piştgirî wergirtine jî girîng in û emê ji bo ku herdû proje jî  bigihên armancên xwe piştgiriyên xwe bidomînin. Bi projeyekî dê tam û xwarinên bajêr qedra xwe bibînin û bi projeya din jî dê derfetên karkirinê ji bo ciwanan peyda bibe ku peyda kirina kar pirsigrêkeke mezin a bajêr û heremê ye.”

Hat ragihandin ku li gel van projeyan projeyên din jî tên meşandin û mebest ew e ku bajarê Diyarbekirê, bi dewlemendiyên xwe bi taybet heta piştî pandemiyê; ji bo serdana geştiyar û mêvanan amade bikin û pêkve jî bipêşxistin û danasîn e.