Peyama Serok Barzanî derbarê teqînên Bexdayê de

Serok Mesûd Barzanî bi tundî teqînên Bexdayê şermezar dike û dibêje: “Ji bo jinavbirin û rîşekêşana terorê, hevahengiya berdewam a hemû aliyan pêwîst e.”

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de bi tundî teqînên Bexdayê şermezar dike û dibêje: “Ji bo jinavbirin û rîşekêşana terorê, hevahengiya berdewam a hemû aliyan pêwîst e.”

Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi mixabinî ve, îro di encama du teqînên teroristî de li bajarê Bexdayê, hejmareke mezin ji welatiyên bêtewan şehîd û birîndar bûn. Ji bilî ku bi tundî wê tawanê şermezar dikim, sersaxiyê li malbatên şehîd û qurbaniyên wan bûyeran dikim û hêviya çakbûnê ji birîndaran re dixwazim.

Serok Barzanî di peyama xwe de tekez dike, “Teror li dijî asûdeyî û aramiyê ye û û dijminê hevbeş ê hemû alîyan e û ji bo jinavbirin û rîşekêşana terorê, hevkariya berdewam a hemû aliyan pêwîst e.

Îro bajarê Bexdayê du teqînên bihêz çêbûn û di encama teqînan de, 28 kes hatin kuştin û 73 kes jî birîndar bûn.