Qamişlo.. Yekemîn neştergeriya vekirina sîng hat kirin

Ev neştergerî bi destên bijîşkên başûrê Kurdistanê û alîkariya bijîşkên Rojavayê Kurdistanê hat kirin.
Nexweşxaneya Dil û Çav a  Qamişlo
Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişlo, ji bo cara yekemîn di dîroka nexweşxaneyên Rojava de, neştergeriya vekirina sîng hate kirin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo da zanîn, ev neştergerî bi destên bijîşkên başûrê Kurdistanê û alîkariya bijîşkên Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Ji bo wê neştergeriyê berî çend rojan tîmeke bijîşkan ji başûrê Kurdistanê gihîştibû Rojavayê bajarê Qamişlo.

Li gorî xelkê deverê, çêkirina vê neştergeriyê li Rojava, gaveke gelekî baş e û dê gelekî bi xelkê deverê re alîkar be, ji ber ku pêştir nexweş neçar dibûn ji bo vê neştergeriyê berê xwe didan başûrê Kurdistanê yan Şamê, ev yek jî ji wan re zehmetiyek bû.