Serokê Partiya Gelê Tirkmen li hember siyaseta erebkirina Kerkûkê bertek nîşan da

Îrfan Kerkûkî bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku rewşa Kerkûkê asayî bike.
Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî
Serokê Partiya Gelê Tirkmen Îrfan Kerkûkî

Hewlêr (K24) – Serokê Partiya Gelê Tirkmen li hember siyaseta erebkirina Kerkûkê bertek nîşan da û bang li Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî kir ku rewşa Kerkûkê asayî bike.

Îrfan Kerkûkî, Serokê Partiya Gelê Tirkmen ji Şefeq Newsê re ragihandiye: “Vegera baweriyê, ji bo xelkê Kerkûkê bingeha sereke ya serkeftina hilbijartinên pêşwext e.”

Îrfan Kerkûkî destnîşan kiriye: “Pêwîstiya Kerkûkê bi asayîkirina rewşê heye di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de, weke li Şingalê pêk hat, berevajî vê jî, tenê aliyek her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, bi taybetî piştî encamdana wan helmetên erebkirinê ku li pey referandumê û bûyerên 16ê Cotmehê hatin.”

Kerkûkî diyar kir: “Ji bo amadekariyên hilbijartinan, divê Partiya Demokrat a Kurdistanê û Partiya Gelê Tirkmen, baregehên xwe ji destê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî vegerînin, heta xaniyê min jî ji aliyê çekdarên Esayîbê Ehlê Heq û tevgera Nuceba ve hatiye dagirkirin. Me ji Kazmî daxwaz kiriye ku li hember binpêkirinên li ber mafên welatiyên Kerkûkê têne kirin, destwerdanê bike.”