Çavuşoglu: Em dixwazin Ewropa roleke erênî bilîze

Çavuşoglu piştî civînan da xuyakirin, di nav NATOyê de pêwendiyên hevpeymanî divê werin pêşxistin û rola Tirkiyeyê di nav NATOyê de dê berdewam be.
Wêne: Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê.
Wêne: Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê.

Navenda Nûçeyan (K24) - Hevdîtinên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê li Brukselê didomin. Çavuşoglu da xuyakirin, "Ew dixwazin Parlamentoya Ewropayê di pêşxistina pêwendiyên aliyan de roleke erênî bilîze."

Di roja duyemîn de jî hevdîtinên Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li Brukselê didomin. Çavuşoglu îro bi Sekreterê Giştî yê NATOyê, Raporterê Yekîtiya Ewropayê bo Tirkiyeyê û Seroka Komîsyona Ewropayê re civiya. 

Çavuşoglu piştî civînan da xuyakirin, di nav NATOyê de pêwendiyên hevpeymanî divê werin pêşxistin û rola Tirkiyeyê di nav NATOyê de dê berdewam be.

Çavuşoglu piştî hevdîtinên bi Raporterê Yekîtiya Ewropa Sançez Amor re jî da xuyakirin, ew dixwazin Parlamentoya Ewropayê di pêşxistina pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de roleke erên bilîze, ji pêşbiryariyê dûr bikeve û raporta derbarî Tirkiyeyê jî divê bêalî be.

Ursula Vonder Leyen jî piştî hevdîtinê da xuyakirin, diyaloga navbera aliyan girîng e, lê divê Tirkiye gavên kirdarî bavêje.