Medyayên Civakî nûnertiyên xwe li Tirkiye vedikin

Li gor hinek welatiyan tenê eger ev medyayên civakî li tirkiyê bên asteng kirin wê gavê kêşe dê ji bo derkeve lewma ew dixwazin hemû kompaniyên medyayên civakî li tirkiyê nûnertiyên xwe vekin da ku ew bikarin wan malperan bikarbînin.
Wêne: Medyaya Civakî
Wêne: Medyaya Civakî

Stenbol (K24) - Piştî ku li parlamentoya tirkiyê yasaya li ser medyayên civakî hat qebûl kirin hemû kompaniyên medyayên civakî yên mezin neçarin ku li Tirkiyê nûnertiya xwe vekin. Piştî destbikarbûna vê yasayê kompaniyên wek Youtube, Netflîx,Tiktok û gelek kompaniyên din nûnertiya xwe vekirine û niha jî Facebookê biryar daye vê nûnertiya xwe veke. Lê li gel vê rewşê tirsa gelek aliyan ewe ku tirkiye ji van kompaniyan daxwaza zanyariyên wan bike û bi wê yekê re li ser medyayên civakî ewlehiya wan nemîne û ew ji mafên xwe yên gotinê bê par bimînin. Lê hinek welatî diyar dikin hîç tirsa wan ji vê yekê nîne tenê ew kesên bi rêya medyayên civakî sucan dikin ji vê yekê nerazî ne.

Welatiyek ji Kurdistan24 re dibêje, "Bikarînerên medyayên civakî hinek caran van sepanan ji bo tiştên xerap bikartînin.Lewma pêwîstbû kontrolek li ser van medyayan bihatiya kirin.Ji aliyê ewlehiyê ve tu tirsa min nîne.Li gor min tenê ew kesên bi rêya medyayên civakî sucan dikin ji vê rewşê nerazî ne.''

Li gor hinek welatiyan tenê eger ev medyayên civakî li tirkiyê bên asteng kirin wê gavê kêşe dê ji bo derkeve lewma ew dixwazin hemû kompaniyên medyayên civakî li tirkiyê nûnertiyên xwe vekin da ku ew bikarin wan malperan bikarbînin.

Welatiyek diyar dike ku; ''Ez bawer nakim ev yasaya li ser medyayên civakî bandorek xerap li ser me bike. Li gor min ev mijar gelek hat mezinkirin.Ez rojê nêzîkî 3 saetên xwe li ser medyayên civakî derbas dikim lewma naxwazim ev malper bên asteng kirin."

Li gor vê yasayê eger kompaniyên medyayên civakî li tirkiyê nûnertiya xwe nevekin di destpêkê de dê bi 10 milyon lîreyan yanî zêdetirî 1 milyon û 300 hezar dolaran bê ceza kirin û eger ev kompanî piştî heyvek dî jî vê nûnertiya xwe neveke wê gavê dê bi 30 milyon lîreyan bê ceza kirin.