Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

Guftûgoyan derbarê pişkê Herêma Kurdistanê ji projebudceya Iraqê dike
null
null

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi armanca guftûgokirina pirsa budce û cibicîkirina pişkê Herêma Kurdistanê ji projebudcey Iraqê, şandeke bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê.

Projeyasaya Iraqê ya sala 2021an 64 tirilyon Dînar e, pişkê Herêma Kurdistanê ji wê projeyasayê nêzîkî 14 tirilyon Dinar e.

Îdareya Ragihandinê ya Parlamentoya Iraqê îro belav kir, biryar bû îro piştî nîvro şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ligel Komîteya Darayî biciviya, lê civîn ji bo sibe hat paşxistin.

Cîgirê Serokwezîrê Hikûmetê Qubad Talebanî ku di dema borî de serokatiya şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, vê carê û ji ber ku bi vîrûsa Koronayê ketiye, bi şandeyê re naçe Bexdayê.

Şande vê carê ji Wezîrê darayî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Plandananê Dara Reşîd, Wezîrê Herêmê ji Pêwendiyên ligel Bexdayê Xalid Şiwanî û Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah pêk hatiye.

Di heyama 15 rojên borî de, Komîta Darayî ya Parlamentoya Iraqê li derveyî avahiya Parlamentoyê dest bi zincîreyeke civîn ligel hemû aliyên Iraqî kiribû. Bi gotina endamên wê komîteyê, da ku daxwaza hemû aliyan bi wekhevî di nava projebudceya Iraqê de bicih bibin.

Peyamnêrê K24ê li Bexdayê got, beşeke mezin ji Parlamenterên Iraq niha hewl didin ku projebedceya Iraqê 120 – 130 tirilyon Dînar derbas neke. Di vê rewşê de jî, pişkê Herêma Kurdistanê jî tê kêmkirin.

Roja Pêncşemê, Komîteya Darayî bi Wezîrê Petrolê re kom bûbû. Biryardarê Komîteya Darayî ya Îraqê Ehmed Sefar jî ji K24 re ragihand, Komîteya Darayî ji Wezareta Petrolê re gotiye ku divê rêkeftineke dawî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê were kirin û bi awayekî be ku daxwazên her du aliyan tê de werin cîbicîkirin.

Wezîrê Petrolê Îhsan Ebdulcebar di civînê de diyar kir, rojane 250 hezar bermîl petrol ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve were radestkirin, dê gelek baş e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya niha çend caran tekez li ser wê yekê kiribû ku ew amade ye dahatên petrolê û yên ne petrolê jî radestî Bexdayê bike, wekî ku li ser hatiye lihevkirin, da ku pişkê Herêma Kurdistanê ji budceya 2021 a Iraqê were misogerkirin.